Çalakîgeriya Zimanî û Pêşangeha Pirtûkan a Amedê

Samî Tan

Mijara vê gotara me çalakîgeriya Zimanî (language activism) ye. Çalakîgerî ew tevgera plankirî û xebata kes û koman e ku bi mebesta pêkanîna armanc û daxwazekê pêk tê. Heçî aktîvîzma zimanî ye, ew jî tevger û hewldana çalak a der barê zimanekî de ye ku dixwaze polîtîkayên zimanî yên heyî bide guhartin.

Aktîvîstên zimanî jî ew kes û kom in ku bi rêbazên cur bi cur bi awayekî çalak di qadên cemawerî de doza mafên bikaranîna zimanê xwe dikin. Aktîvîzma zimanî dibe ku bertekeke wisa derxe holê ku pest û pêkutiyên dewletan ên ji bo tirsandin û tepeserkirina axêverên zimanên neserdest pûç bibin û neçin sêrî. Aktîvîzma zimanî berdewama hewldanên domdar ên bilindkirina hişmendiyê ne. Bi wan hewldanan dikin ku polîtîkayên der barê zimanekî de di gelek astan de werin guhartin. Ew hişmendî ji koma axêver dest pê dike û wekî xelekeke li ser rûyê avê berfireh dibe.

Ev mijar ji destpêka salên 2000î bi vir ve ketiye rojeva kurdan. Çalakîger û têkoşerên zimanê kurdî di vê qadê de xebatê dikin û dixwazin di vî warî de tevgereke zimanî pêk bînin. Têkoşîna di vî warî de bi çalakiya xwendekar û malbatan a ji bo waneya kurdî dest pê kir, piştre jî bi teşegirtin û rêxistinbûna Koma Hawara Kurdî û Tevgera Ziman û Perwerdehiya Kurdî berdewam kir. Îro jî bi xebatên saziyên sivîl ên çand û zimanî, bi çalakiyên komên ciwanan berdewam dike.

Ji bo pêkanîna hevgirtineke pirreng û pirdeng avakirina Tora Ziman û Çanda Kurdî gaveke baş bû, lê mixabin ev xebat neçû sêrî. Niha di vî warî de li aliyekî xebatên ragihandin û weşangeriya kurdî, li aliyê din çalakiyên komeleyên kurdî, tevgera Hezkurdê û Koma Ciwanên Serbixwe nîşan didin kurd dixwazin di vî warî hinek gavên berbiçav biavêjin. Ew dixwazin bi têkoşîneke girseyî û sivîl, kend û kospên li ber zimanê xwe rakin, ziman û çanda xwe ji vê rewşa kambax rizgar bikin. Di vî warî de hişmendiyek bi pêş dikeve, lê kengî dê ev hişmendî cudatî û dubendiyên siyasî bide aliyekî, bi helwesteke sivîl û demokratîk li ser hîmê pîver û hiqûqeke demokratîk tevgereke yekgirtî pêk bînin, ev ne diyar e. Wekî nîşaneya encamgiriya têkoşîna sivîl û demokratîk em dişên qala Pêşangeha Pirtûkan a Amedê bikim.

Di navbera 16 û 24ê kanûna pêşîn de li Amedê Pêşangeha Pirtûkan hebû, tevî hemû astengî, pest û pêkutiyên deh salên dawîn jî ev pêşangeh duzimanî (tirkî û kurdî) pêk hat. Gelek weşanxaneyên kurdî di vê pêşangehê de amade bûn, bi dehan nivîskarên kurd pirtûkên xwe şanenav kirin, bi xwînerên xwe re danûstandina rû bi rû kirin. Her wiha li çend eywanên cuda panel û gotûbêj hebûn; di van çalakiyan de jî giraniyeke berbiçav a nivîskar û rewşenbîrên kurd hebû.

Bi vê çalakiyê jî diyar bû ku kurdan li Amedê di warê çandî û rewşenbîrî de kend û kospên hêzên desthilatdaran pûç kirine. Di pêşangehê de tiştê ku serê pêşîn bal dikişand, pirdengî û pirrengiya weşangeriya kurdî bû. Li aliyekî Ma Music û Zarok Tv bi berhemên xwe yên ji bo geşkirina ziman û çanda kurdî; bi taybetî jî materyalên ji bo zarokan, li aliyê din pirtûkên Weşanxaneya Morî yên ji bo zarokan bal dikişand. Weşanxaneyên mîna Avesta, Nûbihar, Sîtav, JJ, Do, Payîz, Zîz, Peywend, Doz, Deng, Vate û Wardoz bi berhemên xwe li wê derê bûn. Weqfa Mezopotamya û Weqfa Îsmaîl Beşîkcî bi berhemên xwe li wir amade bûn. Li ser standa her weşanxaneyê çend nivîskaran bi hev re pirtûkên xwe şanenav dikirin. Li eywanên çalakiyan jî nivîskar û rewşenbîrên kurd der barê ziman, wêje, dîrok û çanda kurdî de di panel û gotûbêjan de dipeyivîn.

Ev çalakbûn û zindîbûn nîşan dide ku kurdan di warê geşkirina doza neteweyî û parastina nasnameya xwe de girîngiya çand û zimên fehm kiriye. Jixwe rapirsînên ku hatine kirin jî nîşan didin ku kurd di warê parastin û bipêşvekirina zimanê kurdî de bêyî ku cudatiya bîr û baweriyê li ber çavan bigirin, lihevkirî ne. Kurd bi rêjeyeke pir zêde perwerdehiya zimanê xwe dixwazin, li gel wê jî ew dixwazin ku zimanê kurdî bibe xwedanê statûyeke fermî. Her wekî me li jor jî da xuyakirin, êdî roj hatiye kurd bi tevgereke hevgirtî ya sivîl û demokratîk ala rizgarkirina çand û zimanê xwe berz û bilind bikin.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

xxx